Sbs Kurdish - Sbs Kurdî

  • Autor: Vários
  • Narrador: Vários
  • Editora: Podcast
  • Duração: 132:05:05
  • Mais informações

Informações:

Sinopse

Listen to interviews, features and community stories from the SBS Radio Kurdish program, including news from Australia and around the world. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.

Episódios

  • NSW parliament passes laws limiting protests, but will they be allowed to stand? - Parlemena NSW qanûnên sînorkirina xwepêşandanan pêkanî, gelo dê qanûn bicîhbibin

    24/12/2025 Duração: 09min

    Laws to restrict the right to protest in New South Wales after the Bondi terror attack have passed the Parliament after a marathon sitting. A broad coalition of groups has expressed strong opposition, characterising the reforms as overreach and a serious threat to democracy. A constitutional challenge has been announced but the government is standing firm, setting the stage for a High Court challenge. - Qanûnên ku mafê xwepêşandanê li New South Wales piştî êrîşa terorîstî ya Bondi sînordar bikin, piştî rûniştineke maratonî, ji aliyê Parlemanê ve hatin pejirandin. Koalîsyoneke berfireh a koman nerazîbûneke tund nîşan da û reforman wekî zêdegavî û gefeke cidî li ser demokrasiyê bi nav kir. Dozeke destûrî li dij hatiye vekirin, lê hukûmet bi israr radiweste û xwe ji bo dozeke li Dadgeha Bilind amade dike.

  • Parevekirina postan asteng dibe: Hukûmeta nû ya Iraqê hîn nehatiye avakirin

    24/12/2025 Duração: 08min

    Şîe, Sunne û Kurd hewl didin ku postên bilind yên wekî Serokwezîrê Iraqê, Serokkomar û Serokê Perlemanê di nav xwe parevebikin. Şîe postê Serokwezîriyê, Sunne postê Serokê Perlemanê û Kurd jî posta Serokkomariyê dixwazin. Lê pirsgirêka sereke ewe ku tu alîyekî ji van her sê pêkhateyên sereke di nav xwe de li hev nekirine. Ji alîyekî din ve, xelk û berpirsên Besrayê daxwaz dikin ku "Herêma Besrayê" bête avakirin. Ev daxwaz çendîn car bi rêyên cuda hatîye kirin; yek ji wan bi xwepêşandanan.

  • Predictable policies and shock results: looking back at 2025 in politics - Siyasetên texmînkirî û encamên şok: nerînek li sala 2025 di siyasetê de

    24/12/2025 Duração: 20min

    For Australian politics in 2025, it was a year of predictable policies - and shock results. That included the May election that saw Labor win back government in a landslide, and two separate opposition party leaders - Peter Dutton and Adam Bandt lose their seats. - Sala 2025an li Australya saleke bi sîyasetên texmînkirî û encamên nehêvîkirî bû. Di nav wan de hilbijartinên Gulanê hebûn ku Partiya Kar bi serkeftineke mezin hukûmet bi dest xist, û 2 serokên partiyên opozîsyonê yên cuda - Peter Dutton û Adam Bandt - kursiyên xwe winda kirin.

  • Serfermandarê artêşa Lîbya di qezayeke balafirê li Tirkiyê mir

    24/12/2025 Duração: 07min

    Firoka Wezîrê Berevanîyê yê Lîbyayê Muhammed Al Haddad li nêzikî paytexta Tirkîye, Enqerê ket. Digel Wezîr pênc kesên din di firokeyê de mirin. Wezîr Al-Haddad, ji aliyê Wezîrê berevanîya Tirkîyê Selçuk Bayraktaroglu hatibû vexwendin.

  • Guhdare tevahiya bernameya Kurdî bike

    23/12/2025 Duração: 59min

    Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 18/12/2025 e rengîn û balkêş bike. Nûçe, raportên ji Hewlêr û Amedê, hevpeyvîneke taybet bi Bijar Koban afrînerê yekem hunermenda Kurdî Zozan C ya ku bi AI hatiye çêkirin jî têde heye. Û gelek babetên cur bi cur di naveroka bernameyê de hene.

  • Kurdish culture meets Artificial Intelligence, Zozan C the first Kurdish AI singer - Zozan C nas bikin, hunermenda Kurd a bi Hişmendiya Çêkirî hatiye afirandin

    19/12/2025 Duração: 18min

    “Zozan is here to shatter unconscious perceptions like ‘some people can’t speak Kurdish,” says Bijar Koban, the creator of Zozan C. “Zozan is a new image of a Kurd representing cosmopolitan life, art, and intellectual life; she is the voice of Kurds living in cities.” With Zozan C, Koban brings Kurdish language and culture into a contemporary space where technology, memory, and artistic experimentation meet. - Zozan C, yekemîn stranbêj, hunermend û modêla kurd a bi Hişmendiya Çêkirî hatiye çêkirin. Afirîner û berhemhênerê wê Bijar Koban e, ew hevpeyvîneke pir taybet dide SBS Kurdî. Di vê hevpeyvînê de Bijar yekemcar e bi dengê xwe diaxife û behsa pêvajo û armanca çêkirina Zozan C û kar, xebat û planên siberojê dike.

  • Nûçeyên roja Pêncşemê, 18/12/2025

    18/12/2025 Duração: 10min

    Di vê bûletene de: Serokwezîr dibêje qanûnên nû ji bo têkoşîna li dijî gotinên nefretê têne amadekirin... Hukûmeta federal dibêje ew dixwaze qanûnên koçberiyê xurt bike... Û di futbolê de, Sam Kerr piştî serkeftina li hember Wolfsburg vegeriya baştirîn lîstikên xwe yên mezin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • Amed sînema û şanoya Kurdî di hefteya çandê de pîroz dike

    18/12/2025 Duração: 06min

    Li Amedê hefteyekê bernameyên kulturî çêbûn. Sêyemîn Festîvala Fîlman ya Amedê piştî heyşt rojan, di 14ê mehê de bi rêûresma xelata fîlman bidawî hat. Derhêner Ali Kemal Çinar bi fîlma ''Dîroka Wenda'' xelata Fîlma Metrajdirêj wergirt. Ji aliyê din ve, di 15ê mehê de, piştî neh salan, xelatên tekstên şanoya Kurdî jî hatin belavkirin. Di 7emîn xelatên Evdirehîm Rehmî Hekarî pêşbazîya Nivîsandina Lîstikên Şanoyê yên Kurdî de îsal xelata Yekemîn dan Îbrahîm Kazimî jibo teksta wî ya bi navê "Kela Dimdimê".

  • Nûçeyên roja Çarşemê 17/12/2025

    17/12/2025 Duração: 05min

    Di vê bûletene de: Merasîmên cenazeyên yekem qurbaniyên êrîşa Bondi têne lidarxistin… Lêkolîna Encûmena Penceşêrê rêjeyên penceşêrê bi welatê resen ve girêdide, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • Xelk dilxweşiya xwe ji bo piştgirên yaneya Zaxo SC re nîşan didin

    17/12/2025 Duração: 09min

    Piştgirên yaneya werzişî ya Zaxo, mezin û biçûk, li derveyî malên xwe şahiyan ji bo bidestxistina xelata FIFA ya piştgirên Herî Baş ên Sala 2025 diyar dikin. Bi hezaran kes ji bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê xwe gîhandin stadyoma navneteweyî ya Zaxoyê û beşdarî şahiya mezin bûn.

  • Guhdare tevahiya bernameya Kurdî bike

    16/12/2025 Duração: 59min

    Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 11/12/2025 e rengîn û balkêş bike. Nûçe, raportên ji Hewlêr û Amedê, hevpeyvîn jî têde heye. Û gelek babetên cur bi cur di naveroka bernameyê de hene.

  • Nûçeyên roja Înî 12 12 2025

    12/12/2025 Duração: 06min

    Di bûletena nûçeyên îro de: Reddit li dijî qedexeya medyaya civakî ya di bin 16 salî de dest bi çalakiyên qanûnî dike... Rêberên wîlayet û federal ji bo gotûbêjên aloz yên li ser fînanskirna nexweşxaneyan amadekariyan dikin... Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê hişyariyek ji bo tsûnamî dide, ew nûçeyan û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Gather and celebrate: Inviting friends | Beach safety - Kom bibin û pîroz bikin: Vexwendina hevalan | Ewlekariya beravê

    12/12/2025 Duração: 13min

    Learn casual ways to invite your friends to go to the beach. Plus, find out the number one danger on Australian beaches and how to stay safe when swimming in the sea. - Learn casual ways to invite your friends to go to the beach. Plus, find out the number one danger on Australian beaches and how to stay safe when swimming in the sea.

  • Festîvala Fîlmên Navnetewî ya Amedê bi dirûşma 'Cîhan bi çîrokan tê cem hev' dest pê kir

    12/12/2025 Duração: 13min

    Sêyemîn Festivala Fîlimên Navnetewi ya Amedê di 7ê mehê de li Amedê destpêkir û dê hefteyekê bidome. Di nav hefteyekê de 84 fîlim tên nişandan. Bi dehan derhêner û hunermend jî beşdar dibin. Diruşma Festîvalê “Dinya bi Çîrokan Tê Cem Hev”. Li alîkî din Komîsyona Parlementoya Tirkîyê bi gohdarkirina Abdullah Ocalan, dawî li proseya gohdarîkirina kes û sazîyan anî. Niha her partîyek di komîsyonê de li ser vê pêvajoyê pêşnîyar û fikarên xwe amade dikin.

  • Nûçeyên roja Pêncşemê, 11/12/2025

    11/12/2025 Duração: 11min

    Di vê bûletene de: Qedexeya Australya ya medyaya civakî ji bo kesên di bin 16 salî, bala navneteweyî kişandiye... Serokê DYA Donald Trump soz dide ku pevçûnên nû yên di navbera Tayland û Kambodiya de bi dawî bike... Û di futbolê de, Manchester City di Lîga Şampiyonan de Real Madrid bi 2-1 têk bir. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • Lehiyên kujer li HK dibin egera mirina çar kesan û wêrankirina bi sedan malan

    11/12/2025 Duração: 08min

    Piştî baraneke dijwar ku vê hefteyê li seranserê Herêma Kurdistanê bariya, lehiyên berfireh çêkir, herî kêm çar kes mirin, bi dehan kes jî birîndar an jî winda e, û bi sedan mal û kargehan zirar dîtine. Herî zêde bandor li navçeya Çemçemal a parêzgeha Silêmaniyê bûye. Roja Sêşemê gera 12ê ya Festîvala Fîlmên Navdewletî ya Duhokê dest pê kir. Ev Festîval ji 110 fîlman pêk tê û dê hemî werin nîşandan, 45 fîlmên Kurdî û 65 jî biyanî ne. Festîvala Fîlmên Navdewletî ya Duhokê dê ji bo heyşt rojan berdewam bike.

  • Connecting old and new generations through traditional music - Bi rêya muzîka gelêrî nifşên kevin û nû bi hev girêdide

    10/12/2025 Duração: 08min

    Musician Cemal Eroğlu connects generations of the diaspora through the power of traditional music. By teaching and performing Kurdish folk music, Eroğlu preserves cultural heritage and inspires young musicians to connect with their roots in new and meaningful ways. He transforms traditional music into a living archive and a source of contemporary creativity, linking the past and present in powerful and lasting ways. - Muzîkjen Cemal Eroglu nifşên kevin û yên ciwan li diyaspora bi hêza muzîka kevneşopî ve girêdide. Bi fêrkirin û pêşkêşkirina kevneşopiyên gelêrî yên Kurdî, Eroglu çandê diparêze di heman demê de muzîkjenên ciwantir îlham dike ku bi awayên nû û watedar bi rehên xwe re têkilî daynin. Bi rêya vê danûstandina nifşan, Eroglu muzîka kevneşopî hem vediguherîne arşîveke zindî û hem jî çavkaniyeke afirîneriya hemdem, bi awayên mayînde û bi bandor pireke par û niha bi hev re girêdide.

  • Your first steps to engaging with Indigenous Australians - Gavên te yên yekem ji bo têkiliya bi xelkên xwecî yên Australya re

    10/12/2025 Duração: 08min

    Connecting with Indigenous Australia can be daunting for a newcomer to the country. So, where do you start? We asked Yawuru woman Shannan Dodson, CEO of the Healing Foundation, about simple ways to engage with First Nations issues and people within your local community. - Têkiliya bi Xwecîyên Australya re dikare ji bo kesekî nûhatî welêt dijwar be. Yanî, hûn ê ji ku dest pê pêbikin? Me ji jina Yawuru Shannan Dodson, Birêvebira Sereke ya Weqfa Şîfayê, li ser rêbazên hêsan ên têkildana bi pirsgirêkên Neteweyên Yekem û kesên ji civaka we ya herêmî de pirsî.

  • What to expect as the under-16s social media ban begins - Çi ji qedexeya medyaya civakî ji bo kesên bin 16 salî de tê hêvîkirin

    10/12/2025 Duração: 09min

    Starting on Wednesday, December 10, Australia will become the first country in the world to ban under-16s from having social media accounts, forcing major platforms to comply with the law or face fines of up to $50 million. The Albanese government says the move will protect young people from harmful algorithms and negative mental-health impacts. Many parents support the change, while critics warn that tech-savvy teens are likely to find workarounds to the measures. - Roja Çarşema 10 Kanûna Yekem, Australya dibe yekem welatê cîhanê ku hesabên medyaya civakî yên kesên di bin 16 salî de qedexe dike, û platformên mezin neçar dike ku li gorî qanûnê tevbigerin an jî bi cezayên heta 50 mîlyon dolarî rû bi rû bimînin. Hukûmeta Albanese dibêje ev gav dê ciwanan ji algorîtmên zirardar û bandorên neyînî yên tenduristiya derûnî biparêze. Gelek dêûbav piştgiriyê didin guhertinê, lê rexnegir hişyar dikin ku ciwanên jêhatî yên teknolojiyê pêkane rêyên çareseriyê bibînin.

  • Nûçeyên roja Sêşemê 09/12/2025

    09/12/2025 Duração: 05min

    Di vê bûletene de: Ciwanekî 14 salî li Melbourne di qezayeke bisiklêta elektrîkê de mir... Australya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di asta bilind de hevdîtinan li dar dixin ku aloziyên Hindo-Pasîfîk û AUKUS dibin navenda mijarê... Û di tênis de, Alex de Minaur piştî çaremîn Mêdaliya Newcombe werdigire ji bo çarên pêşîn ên cîhanê tê pêşniyarkirin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

página 1 de 36