Sbs Kurdish - Sbs Kurdî

  • Autor: Vários
  • Narrador: Vários
  • Editora: Podcast
  • Duração: 149:50:02
  • Mais informações

Informações:

Sinopse

Listen to interviews, features and community stories from the SBS Radio Kurdish program, including news from Australia and around the world. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.

Episódios

  • Nûçeyên roja Sêşemê 07/04/2026

    07/04/2026 Duração: 05min

    Di vê bûletene de: Australya rexneyên Donald Trump ji bo nebeşdariya leşkerî li Îranê red dike... Îranê bersiv da gefên Donald Trump ku êrîşî pir û santralên elektrîkê bike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • Nûçeyên roja Înî 03 04 2026

    03/04/2026 Duração: 04min

    Di vê bûletenê de: Endamên Encûmena Ewlehiyê ya NY dê li ser bikaranîna hêzê ji bo vekirina Tengava Hormuzê deng bidin... Hukûmeta Australya hişyarî dide hamwelatiyên ku neçin Iraqê, ew nûçe û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Nuçeyên roja Pêncşemê 02 04 2026

    02/04/2026 Duração: 11min

    Di vê bûletene de: Serokwezîr Albanese dibêje şerê li Rojhilata Navîn dê reformên aborî yên azwer dereng nexe... Serokê Amerîka Trump radigihîne ku armancên stratejîk ên sereke yên operasyona Amerîka li Îranê nêzîkî temambûnê ne, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • Kurdish community lights up Sydney’s Hyde Park for Newroz celebrations - Civaka Kurd ji bo pîrozbahiya Newrozê Hyde Parka Sydney ron dike

    02/04/2026 Duração: 16min

    The Kurdish community in Sydney celebrated Newroz with a vibrant cultural gathering in Hyde Park on March 29. The event, organised by Sydney-based community groups, brought families and guests together to celebrate the arrival of this important event in the Kurdish calander. Traditional music, dancing and colourful Kurdish clothes adorned the park. The Hyde Park event highlighted the importance of cultural preservation within the Kurdish diaspora, with Kurds from all parts of Kurdistan taking part. SBS Kurdish spoke with attendees about what this important event meant to them and how it brought the community together. - Civaka Kurd li Sydneyê di 29ê Adarê de li Hyde Park bi kombûneke çandî ya geş, Cejna Newrozê pîroz kir. Çalakiya ku ji aliyê komên civakî yên li Sydney ve hate amadekirin, malbat û mêvan anîn cem hev da ku hatina vê Cejina girîng pîroz bikin. Ahengên muzîka kevneşopî, dîlan û cilên rengîn park xemilandin. Ahenga Hyde Park girîngiya parastina çandî di nav dîasporaya Kurd de destnîşan kir, Kurdê

  • Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî xatirê xwe ji cîhanê xwest

    02/04/2026 Duração: 07min

    Di 10ê Adarê de helbestvanê navdar, Ehmed Huseynî jiyan ji dest da. Ehmed Huseynî ji ber nexweşîna penceşêrê li bajarê Stockholm li Swêdê xatirê xwe ji vê cîhanê xwest. Cenazeyê wî birin Amedê û li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de hevrêyên Huseynî, nivîsîkar, helbestvan, rojnamevan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî jî amade bûn. Peyamnêra SBS Kurdî Hatice Kamer ji me behsa merasîmê dike.

  • Êrîşên mûşekî yên Îranê li ser Herêma Kurdistanê berdewamin

    02/04/2026 Duração: 09min

    Îranê di nav aloziyên herêmî yên zêdebûyî de bi mûşek û balafirên bêpîlot êrîşî Herêma Kurdistanê dike, ku deverên li Hewlêr, Silêmaniyê û Duhokê kirine armanc. Êrîşan li ser navendên leşkerî, binesaziyê û bi taybetî jî li ser mala serokê Herêma Kurdistanê xistine, û bûne sedema qurbanî û zirarên li deverên sivîl. Zêdetir derbarê mijarê di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.

  • Keep calm and carry on: PM delivers address to the nation - Aram bin û berdewam bikin: SW axaftinek pêşkêşî neteweyê kir

    02/04/2026 Duração: 06min

    Prime Minister Anthony Albanese has delivered his first National Address since being elected in 2022, calling for Australians to remain calm amid the ongoing fuel crisis. He also warns that the economic shocks as a result of the war in the Middle East could last for months. - Serokwezîr Anthony Albanese, piştî ku di sala 2022 de hat hilbijartin, yekem axaftina xwe ya neteweyî pêşkêş kir û bang li Australiyan kir ku di krîza sotemeniyê wate petrolê ya berdewam de aram bimînin. Her weha hişyarî da ku şokên aborî yên ji ber şerê li Rojhilata Navîn dikarin bi mehan bidomin.

  • Nûçeyên roja Çarşemê 01/04/2026

    01/04/2026 Duração: 05min

    Di vê bûletene de: Serokwezîr dê îşev bi axaftinekê li gel neteweyê li ser nakokiya Rojhilata Navîn biaxive ... Daxwaz ji Australya tê kirin ku zêdekirina hilberînê bi naskirina sinetkarên koçber baştir bike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • Nûçeyên roja Înî 27 03 2026

    27/03/2026 Duração: 06min

    Di vê bûletenê de: Australya peymanên nû yên dabînkirina sotemeniyê misoger dike ji ber ku kêmasî li seranserê welêt têne heskirin... Australya tevgerên xwe li Rojhilata Navîn diparêze, piştî ku Donald Trump got, hewldana Australya "ne pir baş e"... Û di pêşbirka otombêlan de, ajokarên McLaren dixwazin di Grand Prix-a Japonê ya dawiya vê hefteyê de vegerin forma xwe. Ew nûçe û nûçeyên din di bûletenê de hene.

  • Warnings about possible unintended consequences of Iran visitor ban - Hişyarî li ser encamên nexwestî yên qedexeya mêvanên Îranî

    27/03/2026 Duração: 07min

    Iranians holding visitor visas will be banned from entering Australia for six months starting from Thursday, March 26. The federal government has paved the way for the restriction by passing a new law that allows the government to impose temporary restrictions on the arrival of certain categories of temporary visa holders in Australia, especially if they are from war-torn countries. Migration law experts warn the ban could set a precedent for conflicts in the future, including when a potential war between China and Taiwan breaks out. - Îraniyên ku vîzeyên mêvaniyê hene, ji roja Pêncşemê 26ê Adarê û pê ve ji bo şeş mehan ji têketina Australya werin qedexekirin. Hukûmeta federal bi derxistina qanûneke nû rê li ber vê qedexeyê vekiriye ku destûrê dide hukûmetê ku sînorkirinên demkî li ser hatina hin kategoriyên xwediyên vîzeyên demkî yên Australya ferz bike, bi taybetî heke ew ji welatên şer lê hene hatine. Pisporên qanûna koçberiyê hişyar dikin ku ev qedexe dikare ji bo nakokiyên siberojê, di nav de dema ku şer

  • Kurd li Amedê bi dirûşmên azadî û aştiyê Cejna Newrozê pîroz kirin

    26/03/2026 Duração: 09min

    Li bajar û navçeyên Kurdan, Newroz îsal li 53 cîhan bi awayekî girseyî hate pîrozkirin. Li Amedê digel baran û sermayê, bi deh hezaran kes ji bo pîrozkirina Sersala Kurdî li hev civiyan, bi agirê Newrozê, muzîk û gotaran rûdan pîroz kirin.

  • Nuçeyên roja Pêncşemê 26 03 2026

    26/03/2026 Duração: 12min

    Di vê bûletene de: Meta dê li dijî biryara dadgehê îtîraz bike ku wê platforma xwe bi zanebûn ji bo kişandina bikarhênerên ciwan sêwirandiye... Australya û Almanya têkiliyên ewlehiyê yên xurtkirî radigihînin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • "Ala Kurdistanê nîşana neteweya Kurd e"

    25/03/2026 Duração: 15min

    Newroz demeke taybet û girîng e ji bo civaka Kurd li ku derê dibe bila bibe. Di Newroza 2026 de, Kurdên ji her beşê Kurdistanê û ji her temenî kom dibin, da ku nasnameya xwe ya çandî û dîrokî bi xurtî nîşan bidin. Newroz ne tenê rojeke cejnê ye, lê her weha sembola azadî û nûhbûna jiyanê ye. Di bin yek sîwan, yek al û bi yek deng, bi rêz û hurmet li kevneşopiyên xwe xwedî derkevin û beşdare vê çalakiyê bibin. Em derbarê pîrozbahiyên Newozê ye ku di 29 Adarê de li Hyde Park cî bigire bi berêz Serbest Fatah re diaxifin.

  • Nûçeyên roja Çarşemê 25/03/2026

    25/03/2026 Duração: 06min

    Di vê bûletene de: Pêşnûme qanûn dê cezayên dijwartir ji bo bihayên zêde yên sotemeniyê li Australya bidin destpêkirin... Piştî ku Îsraîl dibêje ew plan dike ku başûrê Lubnanê dagir bike, Neteweyên Yekbûyî daxwaza kêmkirina aloziyê dike... Û di futbolê de, lîstikvanê navneteweyî yê Misrê Mihemed Salah ragihand ku ew dê Liverpool li cih bihêle. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • Êrîşa Îranê li sînorê Soran 6 Pêşmerge kuştin, 30 jî birîndar kir

    25/03/2026 Duração: 09min

    Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku di du êrîşên cuda de li ser hêzên Pêşmerge li sînorê Soran li parêzgeha Hewlêrê, şeş pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan û 30 pêşmergeyên din jî birîndar bûn. Wezareta Pêşmerge diyar kir ku êrîş bi şeş mûşekên balîstî yên Îranê hatine encamdan. Ev êrîş bû sedema nerazîbûn û bertekên berfireh li ser asta Herêma Kurdistanê û cîhanê.

  • Newroz: Roja nû, hêviya nû, vejîna kevneşopî û yekîtiyê

    19/03/2026 Duração: 04min

    Pîrozbahiyên Cejna Newrozê li Başûrê Australya ku di 21ê Adarê têne lidarxistin, bûyerên civakî yên zindî ne ku muzîk, dîlan û xwarinên kevneşopî tê de hene. Civaka Kurd li Adelaide vê bûyerê bi kombûnan pîroz dike, ku pir caran ji hêla komeleyên civaka herêmî ve têne organîzekirin da ku destpêkên nû, nasnameya çandî û biharê bibîr bînin. Em bi Hesen Korgî ji Komeleya Kurd a Başûrî Austrlya re li ser Cejna Newrozê diaxivin.

  • Agirê zindî mayî: Nowroz civakê li Perthê tîne cem hev

    19/03/2026 Duração: 06min

    Pîrozbahiyeke ji bo nûjenkirin û nasnameyê ye. Civaka Kurd li Perth dicive da ku agirê nemir ê Newrozê - kevneşopiyeke ku qet nayê vemirandin - bi bîr bîne. Şeveke ji çand, yekîtî û destpêkên nû li benda we ye. Em derbarê Newroza li Perth bi serokê Komeleya Kurdî ya Rojavayê Australya Kemal Ehmed re diaxafin.

  • Nuçeyên roja Pêncşemê 19 03 2026

    19/03/2026 Duração: 11min

    Di vê bûletene de: Serokwezîr Anthony Albanese ji bo çareserkirina pirsgirêkên dabînkirinê koordînatorekî sotemeniyê yê netewî destnîşan dike... Îran daxwaza valakirina tavilê ya avahiyên petrolê yên li Qeter, Erebistana Siûdî û Îmaratên Erebî dike... Di werzîshê de Japon, Koreya Başûr têk dibe û ji bo fînala Kûpa Asyayê li dijî Matildas bilîze. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

  • Bi kêm coş lê bi hêvî: Bi hezaran kes li Amedê ji bo Newrozê xwe amade dikin

    19/03/2026 Duração: 08min

    Li Trikiyê û li bajarên Kurdan, pîrozkirina Cejna newrozê destpêkiriye. Dê îsal li 53 navendan Newroz were pîrozkirin. Dirûşma Newroza îsal “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” e. Şahîya li Amedê, wekî hersal di 21ê Adarê da ye. Ji ber rewşa Rojava û Rojhelat, coşîyek pir nîne lê çaverê ye ku bi dehan hezar kes beşdar bibin.

  • Civaka Kurd li Melbourne Newrozê bi beşdariya hunermendeke navdar pîroz dike

    18/03/2026 Duração: 08min

    Civaka Kurd li Melbourne amadekariyan dike ku bi du çalakiyên çandî yên Cejna Newrozê rabe. Cejna Newrozê, ku zêdetirî 2,600 sal in tê pîrozkirin, hatina biharê nîşan dide û sembola nûjenbûn, azadî û nasnameya çandî ya gelê Kurd li seranserê cîhanê ye. Pîrozbahiya sereke dê festîvaleke çandî ya tevahiya rojê be ku ji bo civaka berfirehtir a Australî guncaw be. Hunermenda bi navûden Binefiş Cizîrî jî dê beşdar bibe. Heval Herkî ji Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Victoria li ser çalakiya li Melbourne û Sydney bi me re diaxive.

página 2 de 42